Mem AraratKeziyên Yarê Şarkı SözleriKeziyên yarê bi gul e, bi gul e çavxezal Rûken e çav bi kil e, çav bi kil e delal Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran Lê bi kul û keser e, êşiyaye çavxezal
Dîlbera li ber behra Wanê min di xewnekê de dît Çavhunguvê min li ber pela çiyayê Sîpanê dît Qencîya ezdayê mezin derxist pêşberî min Ez qurbana esaletê xelata birînên min
Keziyên yarê bi rihan e, bi rihan e çavxezal Mîna kulîlkan bêhn dide, bêhn dide Mem bi qurban
Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal Ger venexwum ez ê bimrim, ez ê bimirim her car
Li berûberê behra Med an darek zeytûnê me Êşiya me, talan bûme çavên min li rê ye Dema tu li neqeba tarî derket pêşberî min Kenê min ê zarokatî te anî bîra min
Keziyên yarê bi rihan e, bi rihan e çavxezal Mîna kulîlkan bêhn dide, bêhn dide Mem bi qurban Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal Ger vexwum ez ê nemrim, ez ê nemirim tucar
|
0 Yorumlar