Aram Tigran - Asê(Ase) Şarkı Sözleri

 

Aram Tigran

Aram Tîgran - Asê Şarkı Sözleri

Asê têye kaniyê lê Asê
Polê zêra eniyê lê Asê
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê,
Sûretsorê tew xasê, can Asê

Derê mala we dar e, lê Asê,
Asê gund da destdar e, lê Asê.
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê,
Sûretsorê tew xasê, can Asê

Lingê Asê xirxal e, lê Asê,
Xirxalê xweş qaş daye, lê Asê.
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê,
Sûretsorê tew xasê, can Asê

Çavê xorta li te ye, lê Asê,
Dîna wan bejna te ye, lê Asê.
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê,
Sûretsorê tew xasê, can Asê

Bejna Asê kember e, lê Asê,
Asê gund da digere, lê Asê.
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê,
Sûretsorê tew xasê, can Asê

Yorum Gönder

0 Yorumlar