Aram Tigran
Aram Tîgran - Dê û Bavê Me Şarkı SözleriWerin em bigirin qedrê dê û bava Rind bişêkirînin, bi seet û gava Qedrê wan bigirin bi ronahiya çava Tim bêjin hezar car malî ava
Ax dê û bavê me, ax dê û bavê me Dinê şêrîntir, ew in emirê me.
Emekê dê û bavê ser me gelek e Teib û xwîdana wan ne henek e Navê wan hilde, serê xwe nizim ke Xwedê me bêy wan tucara neke
Navê dê û bavê gelek şêrîn e Baxça de gul e, rihan bibîn e(bêhne) Hez kî bigere, çar qurnê dinyayê Ciyê dê û bavê tu cara nayê
|
0 Yorumlar