Aram Tîgran - Dilo Menal Şarkı Sözleri

Aram Tigran

Aram Tîgran - Dilo Menal Şarkı Sözleri

Dilo menal xweş bihar e
Quling dikin zarezar e
Dibên rabin, temaşe kin
Kurdistana we birîndar e

Dilo menal buhar şîn e
Ev dilê me kul birîn e
Hele tu ji felekê pirs ke
Ji Kurdan re çi xayîn e

Dilo menal xweş havîn e
Quling dikin qîr qîrîn e
Dibên rabin temaşe kin
Ev dinya we derewîn e

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar