Aram Tigran
Aram Tîgran - Hevalo Loma Meke Şarkı SözleriLo hevalo loma meke Tu dilê xwe ji min sar meke Derd û kulê min pir kûr in Loqman hekîm jê fam nake
Riya welatê me dûr e Dijmin li ser zor stûr e Ev çend sal e zilma dijmin Nav dilê me xwîn difûre
Lo hevalo pir çeleng î Dewran li me bû derengî Kurdistanê xwîn dirije Rabe bibêje bike dengî
Ev xerîbî pir dijwar e Ne me cî ye ne me war e Dikim nakim rê nabînim Birîna dilê min dijwar e
Lo hevalo waye em hatin Em bi xemil û xêza welat in Ji çiya ne wek polat in Boy serxwebûn em xelat in |
0 Yorumlar