Aram Tigran
Aram Tîgran - Penaber Şarkı SözleriKarwanek wa dîsa bi rê ket Bûn wek koçeran û felaket Xemil û xêza wan karwana reş in Bi derd û kul pey hev dimeşin
Penaber in penaber Wek koçera der bi der Welat welat digerin Bûne wek teyrê bêper
Hey wax li min, hey wax li min Penaber in koçer in Hey wax li min, hey wax li min Wek teyrê bêper in
Karwan karwanê kul û derdan Dev ji mal û milkê xwe berdan Digerin wek koçeran der bi der Rih û can û milkan tev li ser dan
Karwan karwanê penaberî Ronahî li wan bûye tarî Nizanî ne dikenin ya digirîn Nizanî ne sax in ya mirî
|
0 Yorumlar