Aram Tigran
Aram Tîgran - Rojbaş Diyarbekir Şarkı SözleriDi xewnên şeva de min qet bawer nedikir Bi çavan bibînim bajarê Diyarbekir Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir Em hatin te bibînin, te derî li me vekir
Cîyê warê bav û kalan pir şêrîn e Ew sûr û bedenê te tev dîrokî ne Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir Em hatin te bibînin te derî li me vekir
Çendik û çend sal e bêy te ne tu hal e Dil û ceger heliyan kûr kûr dinale Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir Em hatin te bibînin te derî li me vekir
|
0 Yorumlar