Bilind Îbrahîm - Nayê Şarkı Sözleri


Bilind Îbrahîm - Nayê Şarkı Sözleri


Nayê û de nayê û hevalê gewrê nayê 
Hevalê gewrê nayê 
Xezala li ber çemayê 
Xezala li ber çemayê, kêvroşka li nêv demayê 
Kêvroşka li nêv demayê 
Tajî bi tûla berdayê pa negirt û negîhayê 
Negirt û negîhayê heta bi dangî malayê 
Heta bi dangî malayê pê girt û ramûsayê 
Girt û ramûsayê, sîng û berê te xweş in dê wek bi rûnê hîzayê 
Wek rûnê hîzayê, wek qeymaxê mîhayê, 
Qeymaxê mîhayê, wek hengivê şilxayê 
Hengivê şilxayê, dê tînim malê dinyayê 
Lê malê dinyayê 
Terka çavê te nakim tu ji min re bibî belayê 
Lêb lê, lêb lê, lêb lê, lêb lêb lê, de nayê  

Hayê 
Hayê de hayê pa çi qas geriyam li dinyayê 
Çi qas geriyam li dinyayê 
Çum himus û hemayê 
Himus û hemayê, çûme mûş û rûhayê 
Çûme mûş û rûhayê, çûme sînê û serayê 
Çûme sîne û serayê, çûm kerkûk û îlamê 
Kerkûk û îlamê, dêrsîmê û li nêv zazayê 
Dêrsimê li nêv zazayê, qeda xan û mîrayê 
Qeda xan û mîrayê, qurtêla çiyayê şingalê 
Qurtêla çiyayê şingalê, pa ez geriyam şarên dinyayê 
Geriyam şarên dinyayê, êşe giran li ber dilayê 
û kesek bi rêza te nayê 
Lêb lê, lêb lê, lêb lê, lêb lêb lê, de nayê

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar