Brader - Ez Şehîdek Bênav Im Şarkı Sözleri

 


Brader - Ez Şehîdek Bênav Im Şarkı Sözleri

ez şehîdek bê navim 
tirba min ne xuyayî 
şevek teqîn û nalîn 
stêrk a min rijiyayî 

belkû serê çîyakî 
belkû ser zinarekî 
li ser darekî kizwanê 
min navê xwe kolayî 
mirina bi mêranî 
xweştire ji bindestayî 

ez şehîdekî bê navim 
hûn ware min nizanin 
li bajarê cizirê li qiraxa wê avê 
carna suka licê me ku agir dabû navê 
li bajarê amedê binê dara çinarê 
sî û sê sipîndarim carna li gola wan ê 

heyyyy 

ez şehîdek bênavim
ezim termê windayî 
ezim çemê qesaba 
dil û gurçik firyayî 

li bajarê amedê agir li xwe pêçayî 
ezim çîyaye agirî gel namluyên çiryayî 
li bajarê amedê agir li xwe pêçayî 
ezim derya merdinê xezal a çav rijayî 
ezim sîpanê xelatê xecê li ser giryayî 

ez şehîdekî bê navim
hûn warên min nizanin 
li bajarê helepçe 
zarokê li ser desta me

heyyyyy 

li bajarê mihabad 
şehîdê çarçira me
li bajarê amûdê 
li nav agirê sinem a me 
li welatê xerîbîyê braderim ez.


Yorum Gönder

0 Yorumlar