Hozan Dîyar - Hawar Pîro Şarkı Sözleri
Ey pîrê mezin pîrê dilê min, tu yî roja bi nûr li ezmanê min
Ewrên reş digerin li ser serê min, dixwazin tîna te tev dûr xin ji min
Hawar pîro hawar gelek zor da me, dihejmêrim rojan li benda te me
Te ked û şewq da jiyan da darê, te ji gorrê rakir em xistine vê rê
Dixwazin dara me tev da bînin xwarê, destik zilma dinê destik kurmê darê
Her roj tu yî hiltêyî li berbanga min, dibî hêvî û hêz dikevî dilê min
Heta bijîm pîro tu yî stirana min. Tu yî azadiya min tu yî jiyana min. |
0 Yorumlar