Şivan Perwer
Şivan Perwer - Delalê Şarkı SözleriLi kolanê bajarê Ewrûpa Li keça Kurd rast hatim Bê xwedî digeriya Bi dil germê pêrgî min hat Xûya bû li çara serê xwe digeriya
Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Çi digerî ?
Go lo lo birao Em bi ber zilma bayê reş ketin Îro welatê dûriyê vê derketin Weke bi min hezara hene Bêkar û sermîyan Li welatê xerîbîyê şermeze ketin
Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Ma ez kanî çi bikim
Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Ez jî nizanim çi bikim Ka bêje ez çi bikim
Dîsa go lo lo keko Belê heq negotine Welatê mirova şêrîntir e Ger hindikek azadî hebûya Birçibûna welatê me Ji têrbûna welatê xelkê bi rûmettir e
Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Belê tu rast dibêjî
Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Welatê me rûmeta me ye Ka em welatê xwe şên bikin Welat azadî ye
|
0 Yorumlar