Şivan Perwer - Hey Gidî Xeydokê Şarkı Sözleri

 

Şivan Perwer

Şivan Perwer - Hey Gidî Xeydokê Şarkı Sözleri

hay gidî hay gidî hay hay gidî xeydokê 
şêrînê şemamokê lê li min gidî zeynokê 
bejna te zirav e, weke şitila tuhokê 

li ruhayê dewran e li siwerekê ferman e 
ji bo xatirê xeydokê eşîr tevda di şer da ne 
bona çavê xeydokê eşîr tevda di şer da ne 

(Dîsgotin)

xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû 
bona xatirê xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû 
bona çavê xeydokê eşîr tevde têk ve çûn 

(Dîsgotin) 

çi xeydokek dil û can xort tev jê re bûn qurban 
çi xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurban 
qet di bîra xwe neanîn lê çi bûye kurdistan 
hemû hatin doza wê lê ne fikirîn kurdistan

(Dîsgotin)

Yorum Gönder

0 Yorumlar