Xelîl Xemgîn - Bagok Şarkı SözleriDiçe Adar, dibe Nîsan mizgînî li Gulan Kehnî û robar diherkînin ava nuh jiyan
Şîndikin darên kevnar, giyan didin miriyan Hemî rê yên azadiyê tên ji Kurdistan
Serê rojek a buharê bi xeml û rengîn Seranserî dîroka xwe dinivsîne bi xwîn Tuxûbên jiyanê dinasîne Mihemed Emîn Baxên jiyanê av dide rêheval Delîl
Tîrêjin beyanê nola tîrevana dan Qelişandin perdên reş û tarî û giran Pencên roja sor avêtin, birqand rû qadan
Keland axa weke volkan, gelan serhildan
Çiyayê Bagokê bi domane buhar û rengîn Ceng û halane digere li çiyayê jorîn Ji Dêrîka çiyayê maziya heya Nisêbîn Eniyên cengê dikelînin hawar û qêrîn
De bila bi xela nemîne dêrîka çiyayê maziya bi mij û morane De mîna Gebar Berzan û Benavok û Helepçe Gelî û newalên xwe bi ser xwe de berdane Bi sund û qesem be, emê reş û şîna xwe girênadin li ser şehîdên xwe li ser şehîdên me li çiyayê Bagok û Dêrîka çiyayê maziya... Ji bîra me naçe, ji dilê me derna ye, emê ji zar û zêçên xwe re bêjin.... De bila çiyayê bilind bêje, hers û gir û nifrîna xwe bi ser xwe de birêje
|
0 Yorumlar