Xelîl Xemgîn - Rojên Berê Şarkı SözleriKanîn ew dilên fereh û bitîn Weke rojê germ, bi xeml û evîn
Kanîn ew rojên, em hemû yekbûn Av û nan û êş, dermanê hevbûn Ji dozê pê ve, derdê me nebûn Kurd û Kurdistan, ew tenê hebûn
Derdê nezana, ez jî dixwînim Li her civatê, ez wan dibînim Wan rojên berê, ez bi bîrtînim Rojê sed carî ahan dikşînim
Rengê me rabû, em bûn wekî din Strana me çû, bûye yeke din Dost xeyîdine, çûn aliyek din Siwarê hespan bûne hinek din
Werin em herin rewafa rojê Em wê ramûsin bi dinê sozê Emê xwe bişon, ji qehr û tozê Wek rojên berê xwe bidin dozê.
Ku ne azad bin, jiyan erzan e. Azadiya war ya me hemyan e. Hesreta me û erd û ezman e. Hêviya çiya, derdê dilane.
Bi giyanê têr, ji evîna zor Bi vîna bilind herdemê li jor Bihûninrengên kesk û zer û sor Ramûsin axê, bigrin hawîr dor.
Gotin: Hekîm Sefkan |
0 Yorumlar